Mesrûr Barzanî û heyeteke Parlementoya Ewrûpayê civiyan
Mesrûr Barzanî pêşwaziya heyeteke parlementoya Ewrûpayê kir.
Duh Şêwermendê civata ewlekariya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî pêşwaziya heyeteke parlementoya Ewrûpayê bi Serokatiya endamê firakisyona parêzgaran û reformîstan Charles Tannock kir.
Di hevdîtinê de ku hijmarek ji endamên firaksiyonên reformîstan, sosiyal demokrat, liberal demokrat û firaksiyona Kesk û nunerê hikûmeta Kurdistanê yê li YEê tê de amade bûn heyeta mêwan behsa çalakiyên xwe yên li Kurdistanê de kir û kêfxweşiya xwe jî ya li hember pêşkeftinên heyî û aramiya Kurdistanê de diyar kir û tekez li ser hevkariyên xwe bo Kurdistanê û herwiha hevkarî kirina Kurdistanê di prosesa şerê dijî terorîstên DIŞIê de kir.
Her di civîna han de Serokê heyeta mêwan eşkere kir ku ew tişta ku di vê serdana han li Kurdistanê de me dît hêjayê destxweşiyêye jiber ku Kurdistan li gor deverên din û navçeyên derdor nimûneyeke serkeftiye.
Heyet herwiha kêfxweşiya xwe jî li hember serkeftinên hêzên pêşmerge li hember terorîstên DIŞIê diyar kir.
Di berdewamiya hevdîtinê de Mesrûr Barzanî jî behsa pêşhatên vê dawî kir û eşkere kir ku Kurdistanê pêdiviya xwe bi hevkariya YEê heye çi di warê hevkarî kirina wan du miliyon penaberan ku li Kurdistanê dene çi jî di warê şerê dijî terorîstên DIŞIê û çareser kirina kêşeyên heyî yên li deverê de.
Her di civîna han de derbarê şerê dijî terorîstên DIŞIê de hate gotin ku ji gelek welatên cîhanê terorîst berê xwe didin vê deverê lewre lazime civaka cîhanî bi awayekî çalaktir erkên xwe cîhbicîh bike û hevkariya hêzên pêşmerge bide.
Mesrûr Barzanî derbarê kêşeyên dîrokî yên Îraqê de jî got: Îraq bi awayekî xwezayî ji dayik nebûye û her di destpêka damezrandina xwe de hevîna kêşeyên curbicur bûye.
Mesrûr Barzanî anî ziman ku me weke Kurd gelek hewl da daku pergaleke fedralî û demokrasî li îraqê zal bikin lêbelê kêşeyên dîrokî û arîşeyên siyasî yên ku nehatine çareserkirin û domandina siyasetên sernekeftî di warê piratîkî de Îraq ber bi parçe kirinêve birin û aliyên din yên Îraqî box we berpirsiyarin li hember çê bûna ew rewşa han.
