Dê peyama Herêma Kurdistanê bighînin Erdoğan
Çar partiyên Herêma Kurdistanê ku beşdarbûne di kongireyê Partiya Dad û Geşpêdan(AKP) wê peyamek taybet bighînin Serokomarê Tirkiyê û Serokê AKPê bi mebesta ku “Aştî” bibe çekê destê hemî aliyan.
Îro 12 Eylûlê Pêncemîn Kongireya AKPê birêveçû. Vexwendin bo beşekî mezin ji hêzên siyasî yên Herêma Kurdistanê hatibû şandin ji wan (Partiya Demokrata Kurdistanê PDK, Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê YNK, Yekgirtû Islamiya Kurdistanê Yekgirtû û Komleya Isalmiya Kurdistanê Komel). Ev yekemîn care ku partiyên din ji bilî PDKê û YNKê di kongireya AKPê beşdar dibin.
Endamê Serkirdeya Komel Zana Rostayî ku Emîrê partiya wan di kongireyê AKPê de beşdare ji BasNews re ragihand: “Ev yekemîn care Komel bi vî şêweyî beşdarî kongireya AKPê dibe, jiber pêwendiyên Komel li gel wê partiyê de lawaz bûn. Lêbelê di sala derbasbûyî de pêwendiyên dinavbera herdu aliyan de baştir bûn. Gerek ti partiyekê beşdarbûn di vê kongireyê de red nekiriba, bi sedema ku niha şerkê giran di navbera AKPê û PKKê de heye. Deselat di destê AKPê deye û Tirkiyê berdewam axa Herêma Kurdistanê topbaran dike.
Navborî got: “Tê pêşbînî kirin ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdoğan piştî kongireya partiya xwe ligel şand û herçar partiyên Kurdistanê bicive. Wê şanda Kurdî hana Hikûmeta Tirkiyê bike ku ber bi aramiyê ve derbarê şerê niha dinav bera Tirkiyê û PKKê de rêkeve.”
Herwiha Zana Rostayî got: “Wê peyama Şanda Kurdî ew be ku Aştî bibe biryar. Jiber ku AKPê bernameyek wê hebû derbarê Pirsa Kurdî de bêhtir ji hemû partiyên Tirkiyê. Wê Şanda Kurdî ji Hikûmeta Tirkiyê bixwaze ku vegere ser wê bernameya xwe.”
Ev bêhtir ji mehekê ye şer û pevçûn di navbera Hêzên Dewleta Tirkiyê û Gerîlayên PKKê de berdewame. Di encam de gelek kes ji herdu aliyan kuştî û birîndar bûne. Rewşa Bakurê Kurdistanê jî bi taybet bajarokê Cizîrê gelekî aloze bi sedema dorpêçana ku Hêzên Tirkyê li ser biçîkiribûn.
Basnews
