Li Sûra Amedê dîsa derketina derve hat qedexekirin
Walîtiya Amedê ragihand, îro ji saet 05:00 ve derketina derve li navçeya Sûr qedexe ye.
Peyamnêrê Rûdawê li Amedê Mahîr Yûksel jî ragihand, walîtiyê bi hêceta “tijîkirina xendeqan” derketina derve qedexe kiriye.
Peyamnêrê Rûdawê her wiha diyar kir, hefteya borî jî li Sûrê derketina derve hatibû qedexekirin lê wê demê li Sûrê du polîs hatibûn kuştin.
Rudaw
