Nêçîrvan Barzanî telefûna babê Aliyan Kurdî kir
Serokwezîrê Kurdistanê telefûna Ebdulah Kurdî kir.
Duh Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî telefûna Babê Aliyan Kurdî, Ebdulah Kurdî kir û perse û serxweşiyên xwe pêşkêşî vî kir.
Barzanî di peywendiya han de hevdem li gel diyar kirina hevxemî û hevsoziya xwe bo Ebdulah Kurdî, hêviya sebûrî û dilnewayî jî ji Ebdulah Kurdî û kesûkarên vî re xwest.
Barzanî herwiha hevxemiya xwe bo tevahiya malbetên Rojavayî yên ku kesên wan di dema koçberî de canê xwe ji dest dane diyar kir.
Li hember de jî Ebdulah Kurdî spasiya Serokwezîrê Kurdistanê kir û anî ziman ku hevsoziya Serokwezîr bûye sedema kêm bûna xem û keserên me.
