• Thursday, 19 February 2026
logo

Serokwezîrê Birîtanya li ser xeniqîna Alan axivî

Gulan Media September 5, 2015 Nûçe
Serokwezîrê Birîtanya li ser xeniqîna Alan axivî
Serokwezîrê Birîtanya David Cameron derbarê xeniqîna zarokê kurd Alan Kurdî yê 3 salî de bertek nîşan da û ragihand, wêneyê Alan bandorek mezin li wî kiriye.

Serokwezîrê Birîtanya David Cameron li ser xeniqîna Alan Kurdî yê 3 salî yê ji bajarê Kobanî ku di deryaya Spî de xeniqî û cenazeyê wî li qeraxa bajarê Bodrum ê Tirkiyeyê hat dîtin, hate deng û bertek nîşan da.

David Cameron di daxuyaniyekê de ragihand, ku wêneyê Alan bandorek pir mezin li wî kiriye û got: “Ji ber ku ez jî bav im, ew wêne gellek bandor li min kir.”

Cameron herwiha soz da û got: “Birîtanya dê berpirsariya exlaqî li hember kirîza koçberan bigre ser xwe.”

Cameron tekez jî kir: “Lê belê wergirtina koçberên din nabe alîkar bo çareserkirina arîşeyan.”

Ew helwesta Serokwezîrê Birîtanya David Cameron piştî helwestên Serokwezîrê Fransa Manuel Valls, Serokwezîrê Îtalya Matteo Renzi, Wezîra Parastina Îtalya Roberta Pinotti û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hat ku li ser xeniqîna Alan û bira û dayika wî daxuyanî dabûn û xemgîniya xwe anîbûn ziman.

Alan Kurdî yê 3 salî, birayê wî Xalib ê 5 salî û dayika wan Rihan a 28 salî ku xelkê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê bûn, roja 2ê Îlonê di deryaya Spî de xeniqîn û cenazeyên wan li qeraxa bajarê Bodrumê li Tirkiyeyê hatin dîtin.

Îro 4ê Îlonê termê Alan û bira û dayika wî ji Tirkiyeyê ve birin Kobanî û li wir bi axê spartin.
Top