• Thursday, 19 February 2026
logo

Termê Alan û malbata wî bi axê hat spartin

Gulan Media September 5, 2015 Nûçe
Termê Alan û malbata wî bi axê hat spartin
Zarokê 3 salî Alan Şino Kurdî ku di 1’ê îlonê de dema bi malbata xwe re dixwesti bi kelekê ji Turkiye li ser Deryaya Spî derbasî Yenanîstan`ê bibûn, lê digel dayîk û birayê xwe jiyana xwe ji dest dabû û wêneyî cenazeyê wî yê li qeraxa deryayê bibû rojeva hemû cîhanê, ji aliyê hezaran kesî ve li Kobanê spartin axê.

Termê Alan Şino Kurdî yê 3 salî, birayê wî Xalib ê 5 salî û dayika wî Reyhan a 27 salî, duh di Deriyê Sînor ê Murşîtpinar`ê re derbasî Kobanê hate kirin digel terman ji bilî xizmên malbata Kurdî, parlamenterên HDP’ê yên Rihayê Dîlek Ocalan û Leyla Guven, Cîgirê Serokê Giştî yê Partî Komarî Gel (CHP’ê) Sezgîn Tanrikulu û parlamentera Partî Komarî Gel (CHP’ê) Enqereyê Aylîn Nazlikaya jî derbasî Kobanê bûn.

Term li ber Deriyê Sînor ê Kobanê ji aliyê hezaran kesan ve hatin pêşwazîkirin.
Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Mislim axaftinek kir û sersaxî ji malbatê xwest û destnîşan kir ku, Kobanê li hemberî “terorê” berxwedaneke gelekî mezin nîşan daye, lê ew gelekî xemgîn dibin ku piştî vê berxwedan û xwîna ji bo Kobanê hatiye rijandin, welatî berê xwe didin Ewropayê. Muslim got: Li Kobanê pêngavên ji nû avakirin, ewlekarî û aramiyê têne avêtin û bang li hemû welatiyên Kobanê yên derve kir ku vegerin warê xwe û got: Kobanê dê bibe sembola aştiya cîhanê.

Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Leyla Guven jî ji malbatê re sersaxî xwest û dewleta Turkiye wekî berpirsyara van komkujiyan nîşan da û rexne li rayedarên Turkiye kir û got: We gotibû ku hunê gelek welatiyên Sûriye û Kobanê li ser axa xwe bicîh bikin. Ger ku we cihekî ji bo jiyanek bi rûmet peyda bikira, wê çima gelê Sûriyê jiyana xwe xistima talukeyê, derya qut bikiran û berê xwe bidina Ewropayê? Niha parlamenterên Turk li ber deriyê Kobanê amade ne û rondikan dibarînin, em ji dewleta Turk re dibêjin ma hun şerim nakin, hun sedema van tiştên tên jiyankirin in.

Guven bang li welatiyên Kobanê kir ku berê xwe nedin Turkiye û Ewropayê, ji ber ku li hemberî gelê Sûriyê bi hemû rê û rêbazan keysbazî tê kirin.

Parlamentera CHP’ê ya Enqereyê Aylin Nazlikaya jî anî ziman ku ew ji bo sersaxiyê hatiye Kobanê û got: Şer wêraniyê bixwere tîne, hêviya me aştî ye, ji bo vê jî em wekî siyasetmedar ji bo tevahiya cîhanê hêviya jiyanek bi ewle dikin.

Piştî axaftinan girseya gel hersê cenaze birin mala qurbaniyan û ji wir jî birin Goristana Gundê Termik, hersê cenaze li vir spartin axê.
Top