• Thursday, 19 February 2026
logo

Perlemanterên HDP biryar da civîna xwe dê li navçeya Cizîra Şirnexê pêk bîne.

Gulan Media September 5, 2015 Nûçe
Perlemanterên HDP  biryar da civîna xwe dê li navçeya Cizîra Şirnexê pêk bîne.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) biryar da civîna xwe ya Koma Parlamentoyê li şûna Parlamentoya Tirkiyeyê dê li navçeya Cizîra Şirnexê pêk bîne.


Parlamenterê HDPê Îdris Baluken ragihand ew dê civîna xwe ya 11ê Îlona îsal dê li navçeya Cizîrê ku gelekî pevçûn rû didin, lidar bixin.

Hat gotin Hevserokên Giştî yên HDPê Selahattin Demîrtaş û Figen Yuksekdag jî dê beşdarî civîna li navçeya Cizîrê bibin.

Îdris Baluken wiha got: “Li ser gelê me ye li Cizîrê şer û êrişekê zêde heye. Em dixwazin wê yekê ji raya giştî re bidin nîşandan.”

Herwiha Baluken da zanîn piştî civînê 2 lijnê dê werin avakirin û ev lijnê dê li navçeyê derbarê bûyerên rû dane de dest bi lêkolînan bikin.

Rudaw
Top