Operasyona Mûsilê - Şerê Mûsilê dawiya DAIŞê ye!
Ofîsa Wezîrê Parastinê yê Iraqê Xalid Obeydî îro 3ê Îlonê di daxuyaniyekê de ragihand, ku Xalid Obeydî ligel Fermandeyên Operasyona Girtina Mûsilê û hejmarek ji kesatiyên navdar ên vî bajarî civiyaye.
Di daxuyaniyê de hat gotin, Obeydî di vê civînê de ragihand: “Şerê Mûsilê şerê dawîhatin bi hebûna DAIŞê li Iraqê ye û bo kontrolkirina vî bajarî jî pêwîst e hemû alî hevahengiyê ligel hev bikin.”
Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin: “Obeydî tekez kir, ku amadekariyên bo girtina Mûsilê ji dest çekdarên DAIŞê berdewamin. Herwiha hevahengî û yekxistina hewlên xelkê bajar ligel hêzên ewlehiyê û hêzên ser bi Artêşa Iraqê ve bo kontrolkirina vî bajarî ji dest DAIŞê dom dike.”
Li gor vê daxuyaniyê Wezîrê Parastina Iraqê di vê civîbê de da xuyakirin: “Hikûmet dê berdewam be li ser alîkariya wan xelkê bajar ku koçber bûne û dê pêwîstiyên jiyanê ji wan re dabîn bike û dê heya dema rizgarkirina bajar li ser piştevanîkirina wan berdewam be.”
Obeydî di civînê de amaje bi wê yekê jî kir: “Şerê Mûsilê dê ji DAIŞê re şerekî yekalîkir be û bi serkevtina hêzên hikûmetê di wî şerî de dê li Iraqê dawî bi DAIŞê bê.”
Roja 10 meha Hezîrana sala 2014an çekdarên DAIŞê piştî êrişeke berfireh karîn dest bi ser bajarê Mûsilê de bigrin.
Bi armanca girtina vî bajarî jî odeyeke operasyonê hatiye vekirin û amadekarî bo encamdnaa operasyona kontrolkirina vî bajarî tê kirin.
Rudaw
