• Thursday, 19 February 2026
logo

Wezîrên Derve yên Ewropayê li ser kirîza koçberan dicivin

Gulan Media September 3, 2015 Nûçe
Wezîrên Derve yên Ewropayê li ser kirîza koçberan dicivin
Wezîrên Derve yên welatên endamên Yekitiya Ewropayê (YE) dê li ser kirîza koçberan bicivin.

Wezîrên derve yên welatên YE dê sibê (10ê mehê) li Luxemburgê li ser kirîza koçberan, aloziyên Rojhilata Navîn û dosyeya etomî ya Îranê bicivin.

Di civînê de ku dê 2 rojan bidome, mijara herî germ û girîng kirîza koçberan.

Her wiha li paytexta Cêkê, Prag, Serokwezîrê Hingariya Vîktor Orban, Serokwezîrê Polenda Eva Kopaç, Serokwezîrê Slovakya Risîdîda Valdî û Serokwezîrê Çêkê Başlov Sabotka dê li ser kirîza koçberan li hev bicivin.

Wezîrên derve yên YE meha Nîsana îsal nexşerêyek ji bo kirîza koçberan danîbûn lê ji ber zêdebûna koçberan, ew nexşerê xitimiye û welatên Ewropî pê ve girêdayî nînin.

Li gorî amarên navdewletî, ji destpêka îsal ve heta niha 350 hezar koçber bi rêkên qaçax, ji Rojhilata Navîn çûne Ewropayê.
Top