• Thursday, 19 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Pêwîstiya me bi Tank û çekên giran heye

Gulan Media September 3, 2015 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Pêwîstiya me bi Tank û çekên giran heye

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzaî ragihand: Heta niha pirsgirêka Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ewe ku çek û teqemenî û pêdawîstiyên leşkerî kêmin. Alîkariya dawî bo wan berî 4 mehan bû.

Di hevdîtinek taybet li gel kenala (BBC) de Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand: Pêwîstiya Pêşmergeyên Kurdistanê bi alîkariya leşkerî bêhtir heye. Tekez jî kir ku birîna pişka Kurdistanê ji budceya Iraqê ji aliyê Bexda ve bandorekî negative hebû li ser şerê li dijî çekdarên DAIŞê.

Mesrûr Barzanî got: “Çekên giran ku pêwîstiya me bi wan heye di destê me de tinene. Cara dawî alîkariya leşkerî bo me hate pêşkêş kirin meha Gulana derbasbûyî bû.”

Berî niha Hikûmeta welatê Almaniya çekê dijî tankan cûre Mîlan radestî Pêşmergeyên Kurdistanê kirbû. Lê Mesrûr Barzanî eşkere kir ku li gel girîngiya wî cûreyê çek lêbelê gelekî hindk bû.

Barzanî got: “Em rola hêmû welatên piştevaniya me kirin bilind dinrxînin. Lê bera ji bîra kesî nere ku em li eniyekê bidirêjahiya bêhtir ji hezar km şer li dijî têrorîstên DAIŞê dikin. Lewma pêwîstiya me bi çekên bêhtir heye jibo parastina vê devera ber fireh.”

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê behsa wê yekê jî kir. Pêşmergeyên Kurdistanê ne bitenê bihewceyî çekên dijî tankan e lê belê ew bihewcey tankane jî jibo asêkirina bereyên şer.

Derbarê Çekên Kîmyawî de ku DAIŞê ew li dijî Pêşmergeyan bikar anîbûn navborî got: “Mixabin tevî ku bi deh hezaran Pêşmerge li eniyên şerin lê bi tenê heza Maskên xweparastinê ji wî cûreyê çekan bo wan hatine şandin.”

Di dawiyê de Barzanî tekez kir ku “Pêwîstiya Pêşmerge bi Madeyên Gulenebir, Maskên Dijî Kîmyawî û Tankan heye.”

Basnews
Top