Pentagon: Çekdarên DAIŞê rêya Mûsil-Bexdayê girtin
Berdevkê Pentagonê Mark Toner eşkere kir ku çekdarên DAIŞê di çend rojên borî de rêya serekî ya navbera Bexda û Mûsilê û beşek ji bajarokê Bêcî yê girêdayî parêzgeha Enbarê girtine.
Wî rayedarê amerîkî anî ziman ku Pentagon ji vê yekê pir dilgiran bûye çimkî bûyerên han berovajî pêşbîniyên Pentagonê bûne.
Berdevkê Pentagonê li ser piştevanîkirina hêzên Iraqê jî têkez kir û got, Amerîka di standina Bêcî û bajarê Rumadî de dê alîkariya hêzên iraqî bike çimkî ew her du bajar ji bo Amerîka pir girîng in.
Bajarokê Bêcî yê Iraqê, yek ji navendên petrolê ye û parzûngehek mezin a petrolê jî li wê deverê heye. Beşek ji sotemeniya Başûrê Kurdistanê jî ji wir tê.
Rudaw
