• Thursday, 19 February 2026
logo

Mêrdîn – 4 polîsên Tirk hatin kuştin

Gulan Media September 3, 2015 Nûçe
Mêrdîn – 4 polîsên Tirk hatin kuştin
Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê, di encama teqîna bombeyekê de 4 polîsên taybet ên Tirk hatin kuştin.

Li gorî medyaya Tirkiyê, îro danê sibê li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê, bombeyek bi panzêra hêzên polîs de teqiya.

Li gorî agahiyan, di bûyerê de 4 polîs hatin kuştin ku yek ji wan rayedar bû.

Hat gotin ku cenazeyên polîsan birine nexweşxaneya Mêrdînê.

Li gorî medyaya Tirkiyê, bombe ji aliyê hêzên PKKê ve hatibû danîn.

Rudaw
Top