Parlamenterê berê yê Amedê: Cara yekemîn e PKK dixwaze şer nemîne
Ebdurrehman Kurt, ji “Radio Rûsya FM”, ku bi tirkî weşanê dike, re li şerê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê axivî û got, vê carê atmosfera şer bi awayekî din e çimkî PKK cara yekemîn e dixwaze şer were sekinandin.
Kurt anî ziman ku di şer de aliyê serkeftî tine û wiha axivî:
“Em hemû rastiyekê dizanin lê dîsa em canê hev dêşînin. Ew rastî jî ev e; ne PKK bi çekan tê jinavbirin ne jî PKK dikare heta gundekî jî bi çekan bigire. Eger aliyek aliyê din bi temamî ji nav bibe jî dîsa mesele xilas nabe çimkî birînên wê yekê dê bimînin û dermankirina wan jî dê zehmet be.”
Li gorî wî siyasetmedarê kurd, kurdên Tirkiyê ji zimanê AKPê hêrs bûne lê vê dawiyê herî zêde ji çalakiyên PKKê hêrs bûne. Kurt wiha domand:
“PKK dixwaze şer nemîne. Belkî jî ev cara yekemîn e tiştekî wiha dibe. Lê divê rêxistin ji salên 90î derkeve. Eger ew bêjin emê şer bidin sekinandin û derkevin derveyî Tirkiyê wê çaxê eger kesek gulle berde wan ezê xwe bidim ber fêşekê.”
Ebdurrehman Kurt helwesta hikûmeta ya ku PKK û HDPê mîna hev dibîne jî rexne kir û got, divê dewlet piştgiriya peyamên aştiyê yên ku ji aliyê HDPê ve tên dayîn, bike. Eger HDP neyê hesibandin, xelet e. Eger daxuyaniyên Selahedîn Demîrtaş rastiyê bînin ziman wê çaxê divê xwedî lê bê derketin.
rudaw
