3 hezar koçberên sûrî gihiştin Almanya
Li gor agahiyan, Hikûmeta Almanyayê ew 3 hezar koçberên sûrî di holên werzişî û kampeke taybet a koçberan li bajarê Monchenê bicih kirin.
Hat ragihandin, xelkê Almanyayê pêşwazî li wan koçberan kirin û wek alîkarî xwain û av bi ser wan de parve kirin.
Pêştir ew koçber di nava axa Hungariya de asê mabûn û rayedarên wî welatî rê bi derbasbûna wan nedidan.
Wezîrê Navxwe yê Eyaleya Bavariya ya Almanya jî rexneyên tund li Hungariya girtin û ragihand, Bodapest pabendî rêkevtina Dublin nebûye û karwanên koçberan ber bi Almanyayê re şandine.
Wî rayedarê almanî tekez kir, Almanya bi ti awayî koçberan ber bi welatên wan ve venagerîne.
Rudaw
