• Thursday, 19 February 2026
logo

Navê wan “Hêza Mirinê” ye lê jiyanê didin derdora xwe!

Gulan Media September 3, 2015 Nûçe
Navê wan “Hêza Mirinê” ye lê jiyanê didin derdora xwe!
Komek pêşmergeyên Kurdistanê li devera Zûmarê ya Başûrê Kurdistanê mîn û bombeyên ku DAIŞê danîne, pûç dikin. Wê komê navê xwe daniye “Hêza Mirinê!”

Li devera Zûmarê ya Başûrê Kurdistanê ku par ji aliyê hêzên Pêşmerge ve ji destê çekdarên DAIŞê hatibû derxistin, heta niha jî mîn û bombeyên DAIŞê mane.

Komek pêşmergeyên Kurdistanê hêzek ava kirine û mîn û bombeyan pûç dikin. wan pêşmergeyan navê xwe danîne “Hêza Mirinê”.

Yek ji wan pêşmergeyan dibêje, em vî karî ji bo mirovahiyê û welatparêziyê dikin û bi vê yekê alîkariya hêzên Pêşmerge yên ku li eniyên şer in, dikin…

Welatiyên wê deverê jî ji wan pêşmergeyan razî ne…

Hêza Mirinê ferqê naxe navbera kurd û ereban û alîkariya hemiyan dike…

Wan heta niha nêzîkî 40 ton bombe û mîn pûç kiriye…

rudaw
Top