Leşkerên Îranê sînorê Herêma Kurdistanê bezandine
Supaya Pasdarên Îranê ji Çiyayê Qendîlê ve sînor derbas kirine û di nav axa Herêma Kurdistanê de baregahên xwe danîne. Qaymaqamê Pişder jî dibêje ku di vê mijarê de ti aliyekê ew agahdar nekirine.
Supaya Pasdarên Îranê li herêma Çiyayê Qendîlê sînor derbas kirine û li Girê Casûsan, Gorkê Swê û navçeyên Qeletûkan qereqolên xwe avakirine. Ji bajarokê Sengeser ve qereqolên pasdaran dixwiyên.
Jiber hatina leşkerên Îranê xelkê herêmê yên diçûn zozanan, êdî nikarin havînan herin û ajal û malê xwe jî bibin zozanan.
Li gor nexşeya Kadirsol ku nexşeya serdema padişahiyê ye, Îranê sînorên Herêma Kurdistanê derbas kiriye. Casusan û Qeletûkan gundên Herêma Kurdistanê ne.
Cihên ku niha pasdarên Îranê lê bicîh bûne, beriya niha di destê hêzên PKK’ê de bûn. Li gor zanyariyên BasNews, berî jî Îranê xwestiye li vanherêman bicîh bibe. Lê belê Hevserokê wê demê yê KCK’ê Murat Karayilan bi kesayetên li herêmê re şêwiriye û rê nedane pasdar sînor bibezînin. Lê piştî şerê PKK’ê û Îranê ya sala 2011’ê piraniya van cihan bi peymana herdu aliyan kete destê leşkerên Îranê. Niha li hind deveran baregahên PKK’ê û leşkerên Îranê tenê çend sed mêtreyek ji hev dûrin.
Derbarê vê mijarê de Qaymaqamê Pişder Bekir Payîz bo BasNews got: ”Li gor rêkeftina sala 1975’ê ya di navbera Îran û Iraqê de ew herêm dikeve bin desthiladariya Îranê. Lê heta niha li wan deran hêzên xwe bicîh nekiriye. Ji xwe beriya niha jî ew herêm di bin kontrola hevalên PKK’ê de bû. Jiber vê yekê dema hatina pasdarên Îranê de em nehatine agahdar kirin.”
Basnews
