• Thursday, 19 February 2026
logo

Di dîroka Îranê de tiştekî sosret: Kurdekî Rojhilatî bû balyoz!

Gulan Media September 2, 2015 Nûçe
Di dîroka Îranê de tiştekî sosret: Kurdekî Rojhilatî bû balyoz!
Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî, kurdekî sunnî yê Rojhilatê Kurdistanê kir balyozê Îranê li welatên Viyetnam û Kambociyayê.

Di dîroka komara îslamî ya Îranê de tiştekî sosret û girîng qewimî. Ji bo cara yekemîn, kurdekî sunnî bû balyozê Îranê li welatên biyanî.

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî, serokê berê yê Encumena Pisporên bajarê Sine Salih Edîbî wek balyozê Îranê li welatên Viyetnam û Kambociya destnîşan kir.

Salih Edîbî, ku li bajarê Sine ji dayîk bûye û kurdekî sunnî ye, li ser vê yekê daxuyaniyek da û got, ez destpêkê wek balyozê Awistraliyayê hatibûm destnîşankirin lê ji ber ku li Viyetnam û Kambociya misilmanên sunnî hene, wek balyozê Îranê li wan welatan hatim destnîşankirim.

Ji destpêka avabûna komara îslamî ya Îranê ve heta niha ev cara yekemîn e ku dewleta Îranê kurdekî sunnî dike balyoz.

Salih Edîbî sala 1964ê li bajarê Sine ji dayîk bûye.

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê him kurdên sunnî hene him jî kurdên şîe. Ji ber ku rêjîma Îranê rêjîmek şîe ye Xwedê giravî qîmeta kurdên şîe zêdetir e.

Rudaw
Top