• Thursday, 19 February 2026
logo

Mesîhî daxwaza kontrolkirina herêmên xwe dikin

Gulan Media September 1, 2015 Nûçe
Mesîhî daxwaza kontrolkirina herêmên xwe dikin
Xelkê deşta Mûsilê daxwaz dikin herêmên wan ji dest çekdarên DAIŞê bên derxistin da ku ew bikaribin di demek zû de vegerin ser cih û warên xwe.

Li gor amarên fermî 600 hezar mesîhî yên Iraqê ji ber şer û êrişên rêxistina DAIŞê koçber bûne û piraniya wan li parêzgeha Dihokê ya Başûrê Kurdistanê bicih bûne.

Koçberên mesîhî li bendê ne, navçeyên wan ji dest çekdarên DAIŞê bên derxistin û ew careke din vegerin ser warên xwe.

Mesîhiyên Tilkêf û Hemdaniye daxwaz dikin, hemû aliyek lezê bikin bo kontrolkirina deverên wan.

Heta niha Hêzên Pêşmerge yên Başûrê Kurdistanê beşek ji navçeyên mesîhiyan ji dest DAIŞê derxistine û niha di bin kontrola Herêma Kurdistanê de ne.

Tê çaverêkirin, ligel destpêkirina operasyona girtina Mûsilê, navçeyên li deşta Mûsilê jî bên kontrolkirin.

DAIŞê di 9ê Hezîrana sala 2014an Mûsil kontrol kir. Piştî êrişa DAIŞê û kontrolkirina Mûsilê û çend navçeyên din, piraniya mesîhiyên deşta Mûsilê neçar bûn mal û warên xwe bi cih bihêlin û berê xwe bidin bajarên Başûrê Kurdistanê.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê li wan koçberên mesîhî re li parêzgehên Dihok û Hewlêrê kampên akincîbûnê vekiriye û berdewam alîkariya wan dike.

Ji ber şer û aloziyên li Iraqê û herwiha şerê DAIŞê zêdetirî 1 milyon û 700 hezar penaber berê xwe dane Kurdistanê û li kamp an jî bajarên Kurdistanê bicih bûne.

Rudaw
Top