HPG: 21 leşker û polîs hatine kuştin
Hêzên Parastina Gel ragihand ku di encama êrişên gerîlayan li hemberî hêzên artêşa Tirkiyê û hêzên polîs de ya çar rojên dawî de 21 leşker û polîs hatine kuştin .
Navenda ragihandina HPG bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandiye ku, tevgera hewayî û bomberdûmanên artêşa Tirk li hemberî herêmên gerîla ku didomin , gerîla jî bi çalakiyên bi bandor bersiv didin.
HPG di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku di encama çalakiyên gerîlayên HPG`ê ya li gelek navçeyên bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê li gorî hatiye tespîtkirin 19 leşker û 2 polîs hatine kuştin, her weha jî gelek leşker û polîs jî birîndar bûne.
Li gorî daxuyaniyê gelek wesayîtên leşkerî û panzêr hatine derbekirin û hejmarek otombêlên kargehan û dozer jî hatine îmhakirinê.
Xendan
