Merkel: Em pêşwazî li nêrînên Îranê bo çareserkirina kirîza Sûriyeyê dikin
Şêwirmenda Almanya Angela Merkl duh 31ê Tebaxê di konfranseke rojnmaevanî de li Berlîn a paytexta wî welatî ragihand, Di dema rêkevtina navbera Îran û Amerîkayê de ya derbarê bernameya etomî ya Îranê de, nêrînên Ewropayê li hember wî welatî guhertiye û welatên Ewropayê cezayên aborî yên li ser Tehranê sivik kirine.
Welatên rojavayî, pêştir Îran bi piştevaneke bihzê ê hikûmeta Sûriyeyê û mana Serokê Sûriyeyê Beşar Esed di desthilatê de tohmetbar dikirin.
Merkel di bersiva pirsyarekê de got: Her welatek amade be bo dawî anîna bi kirîza Sûriyeyê, em pêşwaziyê lê dikin.
Derbarê Îranê de jî Merkel ragihand, ku wî welatî bandoreke bihêz li ser bûyeran û kirîza Sûriyeyê heye, ji ber jî beşdarîkirina Tehranê di çareserkirina kirîzê de bi giring da zanîn.
