• Thursday, 19 February 2026
logo

Mîranî: Ev xula parlemenê bûye cihê îrade şkînandinê

Gulan Media September 1, 2015 Nûçe
Mîranî: Ev xula parlemenê bûye cihê îrade şkînandinê
Sekreterê Polîtbîroya PDK’ê Fazil Mîranî radigehîne ku ew kesên niha dibêjin bila serokê herêm ji aliyê parlamenê ve bê hilbijartin, di sala 2005’ê de jî digotin, ”Nabe îradeya gel berçav neyê girtin û divê serok ji aliyê gel ve bê hilbijartin.”

Sekreterê Polîtbîroya Partiya Demorkara Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka derbarê qeyrana hilbijartina serokatiya herêmê de behsa rêya sêyem dike û dibêje, ”Heger aliyan lihev nekirin bila ev pirs bo xulek din ê parlamenê bimîne.” Mîranî dibêje, ”Jiber ku ev parlamen di civîna 23’ê Hezîranê de bû cihê şkînandina îrade.”

Fazil Mîranî dibêje ligel van hemû pirsgirêkan, şerê DAIŞ’ê, pirsgirêka av, elektrik, benzîn, şerê PKK û Tirkiyê û çendîn pirsgirêkên din, nabe ku di vê demê de behsa guhertina serokê herêmê bê kirin.

Mîranî dibêje ku Barzanî bo gelê Kurd weke remzeke û berdêlê wî jî nîne û radigehîne ku pêwendiyên Barzanî ligel welatên cîhanê berferehtire.

Sekreterê Polîtbîroya PDK’ê dibêje namzetê PDK’ê bo serokatiyê Barzanî ye û di sala 2005’ê de serok ji aliyê gel ve hatiye hilbijartin. Le ew aliyên ku îro dibêjin bila parlamen serok hilbijêre wê demê digotin divê gel hilbijêre, heger ne ew serok şer’î nabe.

Mîranî dide zanîn ku aliyan li ser 13 xalan lihev kirine lê du xalên giring mane derbarê şêwazê hilbijartin û erk û desthilata serokatiyê de.

Navborî di dawî de dibêje heger hat û aliyan li hev nekirin bila gel biryar bide ka gelo serok ji aliyê parlamenê ve yan jî ji aliyê gel ve bê hilbijartin.

Basnews
Top