• Thursday, 19 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Karubarê Encûmena Wezîrên Brîtanya yê kir

Gulan Media September 1, 2015 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Karubarê Encûmena Wezîrên Brîtanya yê kir
Roja dûşem 31.08.2015 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Olîvêr Lêtuîn Wezîrê Karubarê Encûmena Wezîrên Brîtanya û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinê de Wezîrê Karubarê Encûmena Wezîrên Brîtanya ji bo rexsandina vê hevdîtinê spasî Serok Barzanî kir û balkişand li ser rol û hewla hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ya li şerê teror û parastina asayîşa navçeyê û cîhanê da kir û ragihand ku niha cîhan pişta xwe bi hêzên Pêşmerge dibestê. Her wiha ji bilî balkişandina li ser qeyrana aboriya Herêma Kurdistanê û hebûna hejmarekî zêdeyê koçberan û têçûnên şerê Da'îş, sersamiya xwe bi îdaredan û serkirdayetîkirina serkeftiyaneya vê qonaxa aloza Herêma Kurdistanê de nîşanda.

Li beranber da Serok Barzanî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û spasiya Brîtanya û welatên dost û hevpeymanan kir ku yarmetiya gelê Kurdistanê û Pêşmergeyan daye û tekez li wê yekê kir ku em hemû li yek bereyê da ne li dijî rêxistina terorîstî ku îmkaniyata çendîn dewletan li ber destê wan de heye û bi hewla hevbeşa hemû aliyek bê kirin serkeftinên baş jî têne mîsoger kirin.

Her li vê hevdîtinê de rewşa bajarê Musil û proseya azadkirina vî bajarî hate nirxandin û behsa qonaxên piştî şikestdana Da'îşê kirin û di derbarê vê babetê de Serok Barzanî wê yekê ji bo şanda mîhvan rûnkir ku bajarê Musil û parêzgeha Nînowa taybetmendiya xwe heye û pêwîste piştî şerê Da'îş dilniyayiyekî tevahî bidin pêkhatên cûda cûdayên vê parêzgehê ku êdî ew karesat dûbare nebin û her ji niha ve hevdû têgihîştinekî siyasî li navbera aliyan û pêkhatên Nînowa dirust bibê.

Di derbarê rewşa navxweya Herêma Kurdistanê jî Serok Barzanî wê yekê dûpat kir ku kêşeyên siyasiyên Herêma Kurdistanê li çarçêweya proseya demokrasî û geşkirina demokrasiye û ragihand ku pêwîste hemû aliyek ji wê yekê dilniya bin ku li vê proseye û li vê gengeşeya demokratiyê da tu tiştekî şaş rû nade û eve jî xiste rû ku xala herî girîng eweye ku hêzên Pêşmerge û asayîş têkilî gengeşeya siyasî nabê û ew qeyrana niha jî nîşan da ku hêzên Pêşmerge xwediyê dozê ne û ji qaliba hizbî derketine û erkê parastina welat bi baştirîn awayî bi cîh dike.

Her li vê kombûnê da behsa kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexda û rewşa siyasî û emniya Iraqê û paşaroja jiyana siyasî ya Iraq û pêkhatên wê kirin.

Top