Mesrûr Barzanî hewl bo bi Genocide nasîna komkujiya Ezidiyan dide
Mesrûr Barzanî li gel heyeteke dadgeha navnetewî civiya.
Duh Şêwermendê civata ewlekariya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî pêşwaziya yekem Serokê dadgeha navnetewî ya tawanan Luis Moreno Ocampo û heyeteke pê re kir.
Di hevdîtinê de heyeta mêwan behsa armanca serdana xwe bo Kurdistanê kir û ragehand ku mebest ji vê serdana han kom kirina zaniyarî û belgeyan li ser ew komkujiyê ye ku ji aliyê terorîstên DIŞIê ve derheq bi Kurdên Ezidî hatiye kirin.
Li hember de Mesrûr Barzanî hewla heyeta han bi girîng wesif kir û bi kurtî behsa çawetiya dagîr kirina Şengalê ji aliyê terorîstên DIŞIê ve û herwiha komkujiya Kurdên Ezidî kir û got: Em qurbaniyên ew cure tawan û komkujiyên hanin jiber vê çendê dûbare ji nûve awedan kirin û damezrandina Rojhilata Navîn gelek girînge.
Di beşeke din ya hevdîtina han de Moreno Ocampo eşkere kir ku kom kirina belgeyên han li ser komkujiya Ezidiyan hem bo bi Genocide nasîna komkujiya han û hem bo şerê we yê li dijî terorîstên DIŞIê vê geleke bisûd be.
Her di hevdîtina han de Mesrûr Barzanî amade bûna xwe bo piştgîrî kirina karên heyeta han diyar kir.
