Pereyên Iraqê bi zimanê kurdî derdikevin
Parlamanterê Iraqê Mesûd Heyder ji Rûdawê re ragihand: “Di civîna me ya dawî de, Banka Navendî ya Iraqê ji me re got ku, 2 kaxezên nû ji pereyên Iraqê dê têkevin bazarê, ew jî 50 û 100 hezar dînar in.”
Mesûd Heyder wiha got: “Eger rewşa aborî baş be, heta dawiya vê salê ew piroje bicih were.”
Heyder wiha domand: “Banka navdewletî em agahdar kirin ku, zimanê kurdî li gorî Destûra Iraqê zimanê duyem e li Iraqê û divê li tenişta zimanê erebî yê kurdî jî hebe û razîbûn li ser wê yekê hatiye diyarkirin.”
Rudaw
