Firokeyên şer ên Tirkiyê tevlî operasyona hevbeş a Hevpeymanan bûn
Firokeyên şer ên artêşa Tirk pêr bi şev û doh du caran baregahên DAIŞ’ê yên li Suriyê bombebaran kirin.
Wezareta Karên Derve yê Tirkiyê jî ragehand ku ji bo jinavbirina DAIŞ’ê dê operasyonên wan berdewam bikin.
Tirkiye bi awayek fermî beşdarê operasyonên hewayî yên Hevpeymaniya Navdewyeletî ya li dijî DAIŞ’ê bû. Firokeyên şer ên artêşa Tirk pêr bi şev û doh, baregahên DAIŞ’ê kirin amanc.
Derbarê mijarê de Wezareta Karên Derve yê Tirkiyê bi daxuyaniyêkê ragehand ku firokeyên şer pêr bi şev cara yekem beşdarê operasyonên esmanî yên hevpeymanan bûne.
Wezareta Karên Derve yê Tirkiyê diyar kir ku di çarçoveya rêkeftina li gel Emerîkayê de, firokeyên wan beşdarê operasyona Hêzên Hevpeymanan bûye.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku li dijî pêgehên DAIŞê yên li Suriyê êrîş hatine encamdan. Herwiha doh jî 2 firokeyên şer ên artêşa Tirkiyê pêgehên DAIŞ’ê li Suriyê kirine amanc. Lê derbarê encamên êrîşê de ti zanyarî behatin parvekirin.
Wezareta Karên Derve got: ”Tirkiyê ji sala 2013’ê ve DAIŞ weke rêxistinek terorist nas kiriye. Ji bo jinavbirina gefa terorê, di qada netewî û navnetewî de jî dê hewildanên me bi biryardarî berdewam bikin.’’
Tirkiye û Dewletên Yekbûyî yê Emerîkayê di 24’ê Tebaxa îsal de rêkeftinek derbarê beşdarbûna Tirkiyê ya operasyonên hevbeş ên Hevpeymanan li dijî DAIŞ’ê, mor kirin.
Basnews
