Bexdad lêkolînan li ser firoştina petrolê bo Îsrail dike
Wezareta Petrola Îraqê eşkere kir ku, wan bihîstiye ku petrola Kurdistanê firoştine Îsraîlê û wê lêkolînan li ser rastiya vê babetê bikin.
Berdevkê Wezareta Petrola Îraqê Asim Cîhad da zanîn ku wan wek wezaret dosyayek vekiriye bo lêkolîna li ser firoştina petrola Kurdistanê bi nehênî bo Îsrailê. Cihad ragehand “ Tê gotin ku petrola Kurdistanê bi rêkên nehênî firoştine Îsrail. Wezareta mê jî bo lêkolinan li ser rastiya vê babetê bike dosyayek vekiriye.”
Cîhad dazanîn ku “Ewê pêdaçûnê li ser wî pareyê Îraq û Kurdistanê bikin ku çavkaniyawan firotine petrolêye.”
Cîhad tekez kir ku mebesta va lêkolînan ewe ku “ Em van lêkolînan dikin ku ka bê ew gotegotê hanê rastin yan na?”
Cîhad bê navê Îsrail bîne wek dewleta bi dijmin bi nav kir û got “ Dewleta Îraqê henek dewlet xistiye lîsta dewletên dijmin û nabe ku pêwediyên abûrî û dîplomasî bi wanre were danîn. Lê eger heneka ev kara kiribe Wezareta Petrolê bê helwêst nabe û pêwîste aliyên din jî helwêsta xwe nîşan bide.”
Endamê Komisyona Petrol û Gazê ya Parlamentoya Îraqê Cemal Ahmed ji rojnameya Alzaman’ê re axifî û got “ Herêma Kurdistanê nikare bi nehênî petrolê bifroşe. Jiber ku esteme(îmkansiz) ku petrol bi nehênî bê firotin. Ew zanyariyên tên belav kirin ku Kurdistanê bi nehênî patrol firotiye ne bi wê şêwazêye, Şirket petrolê dikirin û difroşin;îca dibe ku firotibin îsrailê jî û Kurdistan ne berprisê ji vî tiştî.”
Ahmed qala wan şîrketên petrolê ji Kurdistanê dikire kir û got “ Herêma Kurdistanê kar li gel 5 şirketên cîhanî yê petrolê dike ku Îraq,Kuvvet,Suudiye û welatên din jî bi van şîrketan re dixebitin. Ew zanyariyên tê belavkirin şêwandine, ji ber ku ev zanyariyên derbarê wan şîrketenda hemû li berdestê Wezareta petrola Îraqê heye.”
Basnews
