• Thursday, 19 February 2026
logo

Nemsa- Kamyoneke din pir koçber hat dîtin

Gulan Media August 30, 2015 Nûçe
Nemsa- Kamyoneke din pir koçber hat dîtin
Kamyonek din li welatê Nemsayê hat dîtin ku 26 koçber tê de bûn û rewşa wan a tendirûstiyê nebaş e.

Polîsê Nemsayê ragihand ku, duh kamyonek li navçeya Brono rawesta bû û 26 koçber tê de bûn û rewşa wan nebaş bû. Ajovanê wê jî ku ji Romanyayê bû û reviya bû, lê polîsan ew girt.

Li gorî polîsên wî welatî, ew koçber xelkê Sûriye, Afganistan û Bingiladêş bûn û 3 zarok jî bi wan re bûn.

Roja Pêncşema borî kamyonek li Nemsa hat dîtin ku termê 71 koçberan tê de bû, ku hemû di kamyonê de fetisî bûn.
Top