• Thursday, 19 February 2026
logo

Encûmena Kerkûkê biryar da awareyên ereb li Kerkûkê bike derê

Gulan Media August 30, 2015 Nûçe
Encûmena Kerkûkê biryar da awareyên ereb li Kerkûkê bike derê
Encûmena parêzgeha Kerkûkê mehek mohlet da penaberên ereb da ku ji Kerkûkê derkevin û vegerin navçeyên xwe ku ji çekdarên terorîstên DAIŞê hatine paqijkirin.

Endama encûmena parêzgeha Kerkûkê Gelawêj Cebarî ragihand: "Encûmena parêzgeha Kerkûkê biryar daye heyvekê wek mohlet bide penaberên ereb ên li bajêr bi taybetî ew penaberên ku navçeyên wan ji DAIŞê hatine paqijkirin, da ku vegerin cih û warên xwe."

Gelawêj Cebarî got: "Zêdetirî salekê ye aware yên ereb li Kerkûkê bi cî bûne lê belê bi ti awayî ji aliyê encûmena parêzgehên bajarên wan ve wezareta koç û koçberan a Iraqê û parlemana Iraqê ve tiştek bo wan nehatiye kirin û hemû pêdiviyên wan li ser bûdceya Kerkûkê hatiye dabînkirin."

Cebarî herwiha tekez kir, kir ku ew awareyên ereb ku navçeyên wan ji des tgerorîstên DAIŞê hatine derxistin û ji wan hatine pakkirin, xelkê Diyala û Tikrîtê ne.

Li gor amara fermangeha koçberan a Kerkûkê niha 110 hezar malbatên awareyên ereb li bajarê Kerkûkê bicih bûne ku hejmara wan 500 hezar kes e û bi wê yekê metirsiya guhertina demografiya Kerkûkê heye.
Top