• Thursday, 19 February 2026
logo

Li Rihayê 2 polîs hatin kuştin

Gulan Media August 29, 2015 Nûçe
Li Rihayê 2 polîs hatin kuştin
Li bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê, di encama êrişeke çekdarî de 2 polîs hatin kuştin.

Şeva borî li bajarê Rihayê, 2 polîsên ku nobedariya nexweşxaneyê dikirin, rastî êrişa çekdarî hatin.

Li gorî medyaya Tirkiyê, di bûyerê de her du polîs bi giranî birîndar bûn lê li nexweşxanê can dan.

Şeva borî li Şirnexê jî hêzên taybet ên polîs rastî êrişa çekdarî hatin. Hat gotin ku di wê êrişê de ti polîsek nehatiye kuştin û birîndar nebûye.

Rudaw
Top