Rojava - Çekdarên Cebhet el Nusra gundekî Efrînê dan ber topan
Li gorî agahiyan, çekdarên Cebhet el Nusrayê, duh danê êvarê gundê Dêwa yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê dabûn ber topan.
Hat gotin ku di encama topbaranê de gundiyek birîndar bibû.
Gundê Dêwa 5 km dûrî kampa Atmê ya bajarê Idlibê yê Sûriyê ye.
Heta niha gellek caran çekdarên Cebhet el Nusra herêma Efrînê dane ber topan.
Rudaw
