• Thursday, 19 February 2026
logo

Partiyên Bakur bi Amerîkayê re têkiliyan didanin

Gulan Media August 28, 2015 Nûçe
Partiyên Bakur bi Amerîkayê re têkiliyan didanin
Çend partî û dezgehên Bakurê Kurdistanê li Amedê civiyam û biryar dan pêwendiyên xwe li gel Ewropa û Amerîkayê xurt bikin.

Li Amedî îro rayedarên Hereketa Azadî, Partiya Azadî û Sosyalîzme (OSP), Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Kurdistanî (PAKURD) û Platforma Demokratên Kurd (PDK-Bakur) li buroya OSPê civiyan.

Derbarê civînê de Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniya PAKê nûnerên partî û dezgehên kurdî hevdîtinên beriya niha bi hev re li gel partî û saziyên sivîl pêk anîn nirxandin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, beşdariyên civînê ji bo hevdîtinên li gel nûnerên welatên Ewropa, Amerîka û Yekîtiya Neteweyan pêk bînin bernameyek amade kirin.

Cîgirê Serokê Giştî yê PAKê Nurî Sinir, Serokê PAKURDê Îbrahim Halil Baran, Endamê Birêvebirîya Navendî yê PAKê Vahît Aba, Endamê Rêvebirîya Rêxistina Amedê ya PDK-Bakurê Aslan Îlhan, Sekreterê duwem yê Hareketa Azadî Sidki Zîlan, Serokê Giştî yê OSPê Sinan Çiftyurek û Serokê Rêxistina Amedê ya OSPê Nusrettin Maçîn beşdarî civînê bûn.

Rudaw
Top