Li Tirkiye hikûmeta hilbijartinê hat avakirin
Civîna Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Giştî yê AK Partî û Serokwezîr Ahmet Davutoglu bi dawî hat.
Recep Tayyip Erdogan, Encumana Wezîrên Demkî ya ji aliyê Ahmet Davutoglu hatî amadekirin pesend kir.
Davutoglu pêşniyariya wezîriyê dabû parlamenterên CHPê Deniz Baykal, Îlhan Kesicî, Ayşe Gulsun Bilgehan Toker, Erdogan Toprak û Tekin Bingol û ji parlamenterên MHPê jî dabû Meral Akşener, Ahmet Kenan Tanrikulu û Tugrul Turkeş û ji parlamenterên HDPê jî dabû Levent Tuzel, Alî Haydar Konca û Muslum Dogan.
Lê ji wan parlamenteran bi tenê parlamenterê MHP Tugrul Turkeş û parlamenterên HDPê Alî Haydar Konca û Muslum Dogan pêşniyariya Serokwezîrê demkî Ahmet Davutoglu qebûl kirî bûn.
Li gorî makezagona Tirkiyeyê divê wezîrên dadê, wezîrê ragihandinê û wezîrê karûbarên navxweyî ji derveyê Parlamentoya Tirkiyeyê bên hilbijartin.
Ji ber ku hin parlamenteran pêşniyariya wezîriyê qebûl nekirin, Davutoglu ji bilî wan 8 wezîrên din jî ji derveyê parlamentoyê erkdar kirin.
Wezîrê nû ev in:
Serokwezîr: Ahmet Davutoglu
Cîgirê Serokwezîr: Tugrul Turkeş
Cîgirê Serokwezîr: Cevdet Yılmaz
Cîgirê Serokwezîr: Yalçin Akdogan
Cîgirê Serokwezîr: Numan Kurtulmuş
Wezîrê Bajêriyê û Hawirdoriyê: İdris Gulluce
Wezîrê Aboriyê: Nihat Zeybekçi
Wezîrê Karên Navxweyî: Selami Altınok
Wezîrê Darayî: Mehmet Şimşek
Wezîrê Sporê: Akif Cağatay Kiliç
Wezîrê Bazirganî û Gumrukê: Cenap Aşçî
Wezîrê Karên Dervê: Feridun Sinirlioglu
Wezîrê Yekîtiya Ewropayê: Ali Haydar Konca
Wezîrê Ewlehiya Civakî û Xebatê: Ahmet Erdem
Wezîrê Çavakaniyên Siruştî û Enerjiyê: Ali Riza Alaboyun
Wezîrê Ragihandinê: Feridun Bilgin
Wezîrê Geşepêdanê: Muslum Dogan
Wezîrê Dadê: Kenan İpek
Wezîrê Turîzm û Çandê: Yalçin Topçu
Wezîrê Pişesazî û Zaniyariyê: Fikri Işik
Wezîrê Karên Av û Daristanê: Veysel Eroglu
Wezîrê Perwerdeyê: Nabi Avcî
Wezîra Malbatê: Ayşen Gurcan
Wezîrê Ajalî û Cotkariyê: Kudbettin Ar
Rudaw
