• Thursday, 19 February 2026
logo

Bexda tevlîhev bû: Bi hezaran kes daketin qadan

Gulan Media August 28, 2015 Nûçe
Bexda tevlîhev bû: Bi hezaran kes daketin qadan
Bi beşdariya hezaran kesî xwepêşandanên nerazîbûnê li bajarê Bexda ya paytextê Iraqê dest pê kir.

Li gor agahiyan li Bexdayê, roja 28ê Tebaxê piştî nîvor xelkê nerazî rijiyan ser cadeyan û dest bi xwepêşandaneke berfireh kirin.

Duh piştî nîvro bi hezaran kes ber bi qada Tehrîr (Azadî) ya bajarê Bexdayê birêketin û li dijî gendeliyê û berpirsên gendel di Hikûmeta Iraqê de dest bi xwepêşandanê kirin.

Li gor peyamnêrê me, xwepêşander daxwaza hilweşandina her du desthilatên Dadwerî û Parlamentoya Iraqê dikin.

Herwiha hat tekez kirin: “Xwepêşanderan daxwaza dadgahîkirina kesên gendel û wan berirsên hikûmetê dikirin ku di gendeliya li welat de dest hene. Herwiha daxwaza bilez cîbicîkirina bernameya reformê ya Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kirin.”

Li gor agahiyên Rûdawê, Hikûmeta Iraqê hejmareke zêde ya hêzên ewlehiyê li ser cade û qadên giring ên paytext belav kiriye.

Herçiqas Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî çend caran ragihandiye, ji hewlên xwe bo pêkanîna reformê di pêkhateya hikûmetê de poşman nabe û dê bernameya xwe ya reformê bidomîne, lê xwepêşanderê nerazî bi temamî ji axavtin û sozên berpirsên Iraqê piştrast nebûne.

Jibilê xelkê sivîl, çend fraksiyon û serkirdeyên siyasî yên Iraqê ku di hikûmetê de beşdar in, tevlî xwepêşandanên li dijî gendeliyê dibin.

Serokê Tevgera Sedr ku aliyekê giring ê şîeyên Iraqê ye, Moqteda Sedr jî ku tevgera wî şirîkê hikûmetê ye, daxwaz ji alîgirên xwe kir, ku beşdarî di xwepêşandanan de bikin.

Tê gotin, di rojên pêş de dê xwepêşandanên berfirehtir li Bexdayê û çend bajarên din ên Iraqê werin lidarxistin.

Ji aliyekê din ve hinek çavdêr û şirovekar derbarê wê çendê ku ti berpirs û aliyên hikûmetê guh nedin daxwazên xwepêşanderan, hişyarî didin.

Şirovekar û pisporê karûbarên komên çekdar, Hîşam Haşimî di vê bareyê de dibêje: “Di rastî de daxwaza xwepêşanderan ji daxwazkirina xizmetguzariyan û cezakirina kesên gendel ji du înê yên borî ve guherî bo daxwazên siyasî û sînorê şoreşa nerm derbas kir û piştre rûbirûyê teror, serkotkirin, êriş û astengiyan bû.”

Hîşam Haşimî herwiha got: “Ew yek bû sedemê wê çendê ku hinek rêkxerên xwepêşandanê daxwaz bikin xwepêşandan bên berfirehtirkirin û xepêşandan bikeve qonaxa birêveçûna grieve ku ew yek jî şoreşeke zivr e ku renge encamek baş him bo xwepêşanderan û him jî bo hikûmetên xwecihî tinebe.”

Herwiha şirovekarê siyasî Necim Qesab dibêje: “Ev xwepêşandan dawîn dema dîrokî ye bo civaka Iraqê da ku bi hev re bibin yek û bibe millet û dewleta Iraqê. Çimkî di vê xwepêşandanê de heta niha dirûşmên tayifî, neteweyî, olî û partiyan nayên gotin, belku dirûşmên niştîmanî tên bilindkirin.”

Necim Qesab tekez dike: “Wan xwepêşandanan tirs xistiye nav dilê hemû berpirsên Iraqê, ji ber ku di heyama salên borî de welatiyên Iraqê dihatin piştguhxistin û debara jiyana wan û samanên wan didizîn û dişandin derve.”

Her ji ber guvaşên xwepêşanderan, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bernameyeke reformê li wî welatî dest pê kir û heta niha çend biryarên giring û hesas daye,

Li gor wan biryaran, kursiyên Alîkarên Serokwezîr û Serokomar hatin hilweşandin û herwiha hejmara wezaretan û pasevanên berpirsên pilebilindên hikûmetê hatin kêmkirin.

Ebadî ragihandiye: “Sîstema siyasî ya Iraqê pêywîstî bi piştgîriya cemawerî heye bo çêkirina guvaşan da ku reformên baştir û bileztir werin encamdan.”

Rudaw
Top