• Thursday, 19 February 2026
logo

Encamên civînên PDKê ligel 6 partiyên siyasî

Gulan Media August 28, 2015 Nûçe
Encamên civînên PDKê ligel 6 partiyên siyasî
Endamê Polîtburoya PDKê Mesrûr Barzanî serdana 6 partiyên siyasî kir û ragihand ku, encama civînan ew bû, ku jihevnêzîkbûnek di navbera PDK û wan aliyan de dirust bû.

Şandeke Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi serokatiya Mesrûr Barzanî serdana 6 aliyên siyasî (Partiya Komonîst, Partiya Sosyalîst a Kurdistanê, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê, Partiya Karker û Rencderên Kurdistanê û Tevgera Îslamî ya Kurdistanê) kir û raya wan girîng dibîne.

Mesrûr Barzanî ragihand: "Gerek pêkhateyên: Tirkmen, Kildan, Asorî û Siryanî, ligel wan aliyên ku nûnerê wan di Parlamentoya Kurdistanê de hene, beşdarî civînên 5-alî yên partiyên siyasî bibin."

Barzanî rojek pir civîn û gotûbêjên siyasî pêk anî û wek wî ji Rûdawê re ragihand: “Encama civînan ew bû, ku jihevnêzîkbûnek di navbera PDK û wan 6 aliyan de dirust bû.”

Di rojekê de PDKê serdana 15 partiyan kir, ku 15 kursiyên wan di parlamentoyê de hene û piştgiriya pirojeya wê partiyê dikin, ku dibêjin di serî de divê aliyên siyasî li ser pirsa serokatiya Herêma Kurdistanê tifaqek çê bibe.

PDK daxwaz dike ku sîstema hilbijartina serokê Herêma Kurdistanê her car bi rêya gel be, lê (YNK, Goran, Yekgirtû û Komela Îslamî) dixwazin sîstem bibe parlamanî û serok ji aliyê parlamentoyê ve bê diyarkirin. Herwiha çend partiyên din jî piştgiriya wê daxwaza PDKê dikin.

Encama wan 6 civînên PDK bi aliyên siyasî re, nûbûna piştgiriya siyasî ya wan partiyan bi awayekî rasterast an nerasterast bo pirojeya PDKê bi taybetî di awayê hilbijartina serok de.

Rudaw
Top