• Thursday, 19 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Mafê pêkhateyane ku beşdarê civînan bibin

Gulan Media August 28, 2015 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Mafê pêkhateyane ku beşdarê civînan bibin
Endamê Mekteba Siyasî ya PDK’ê Mesrûr Barzanî diyar kir ku pirsa serokatiya herêmê pirsek giringe û mafê pêkhateyan jî heye ku beşdarê civînên aliyan bibin.

Şandekê Partiya Demokrata Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî duh piştî nivro li Hewlêrê serdana Partiya Yekgirtûya Îslamî kirin û ji aliyê Emîndarê Giştî yê vê partiyê Mihemed Emîn Ferec ve hatine pêşwazî kirin. Di şanda PDK’ê de endamên mekteba siyasî Dr Kemal Kerkûkî, Azad Berwarî, Kakemîn Necar û Dilşad Şehab jî hebûn.

Piştî civînê Barzanî û Ferec di civînekê rojnamevanî de axivîn. Mesûr Barzanî diyar kir ku mafê hemû pêkhate û partiyan heye ku beşdarê civînên pêncqolî bin û nûnerên wan di civînan de hebe. Barzanî got ku jiber ku pirsên têne gotûbêjkirin giringin û divê nêrîna aliyan jî di nav de hebe.

Barzanî got ku tenê şandekê PDK’ê heye bo danûstandinan û nêrîna wan diyare ew dixwazin ezmûna demokrasiyê bê parastin û çareserî bi gotûbêjan nebe divê pirsê bibin ber destê gel û ew biryar bidin.

Emîndarê Giştî yê Yekgirtû Mihemed Emîn Ferec jî diyar kir ku di gehiştina rêkeftinê de ew geşbînin û daxuyand ku ew jî tevlî dibin ku nûnerên aliyên di parlamenê de jî di cîvînan de amade bin.

Şanda PDK’ê danê sibê li ligel Sekreterê Giştî yê PSDK Mihemed Hacî Mehmûd hevdîtin kiribûn. Piştî vê civînê jî serdana Tevgera Îslamî kirin.

Basnews
Top