• Thursday, 19 February 2026
logo

Demîrtaş: Tirkiye li Geverê komkujiyê pêk tîne

Gulan Media August 28, 2015 Nûçe
Demîrtaş: Tirkiye li Geverê komkujiyê pêk tîne
Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş ragihand, Tirkiye li Geverê komkujiyê pêk tîne.

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Selahedîn Demîrtaş derbarê şer û aloziyên li navçeya Gever a Bakurê Kurdistanê de li ser hesaba xwe ya Twitterê daxuyanî da.

Demîrtaş li ser aloziyên li Geverê û biryarên hikûmetê bo qedexekirina derketina xelkê bo nav bajar wiha got:

“Li Geverê nek alozî, belku komkujî heye. Her çekek ku we berê wê dabe gel dê li we vegere û dê hûn di bin barê wî şerî de bimînin ku we bi xwe dest pê kiriye.”

Demrtaş rexne li medyayên Tirkiyeyê jî digre û bêdengiya wan wek beşdarbûna wan di şerê niha yê li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê de bi nav dike.

Demîrtaş di vê bareyê de dibêje:

“Me medyayê ji bêdengiya xwe li hember komkujiyê û hevbeşiya wê di şer de, ti ders wernegirt. Hûn di salên 90an de bêdeng bûn, ma her tişt baştir bû.”

Hevserokê HDPê herwiha ragihandiye, ku ti çekek nikare li pêşiya bizava azadîxwaziya gelan bisekine û dewlet bi metodên berê nikare îradeya gel bişkîne.

Demîrtaş wiha dom kir:

“Çeka ku rê li ber lêgerîna azadiya gel bigre, hêj nehatiye dîtin. Dest ji wan metodan berdin ku hatine ceribandin û îhtimala serkevtina wan nîne.”

Rudaw
Top