• Thursday, 19 February 2026
logo

Mela Alî: Hemû alî dixwazin Barzanî bimîne

Gulan Media August 28, 2015 Nûçe
Mela Alî: Hemû alî dixwazin Barzanî bimîne

Mesrur Barzanî eşkere kir ku wek PDK’ê rijdin li ser wê ku aliyên din yên siyasî jî beşdarî li van civîna bikin ku pirsa Serokatiyê guftugo dikin.

Duh şandeka PDK’ê bi serokatiya Mesrur Barzani seredana çend partiyan kir û di va civînanda pirsa serokatiya Herêma Kurdistanê guftugo kirin.

Di çarçoveya seredana de şanda PDK’ê seredana Bizotneweya Îslamiya Kurdistanê kir û ji aliyê rêberê vê Bizotnewê ve hatin pêşwazî kirin.

Piştî hevdîtina herdu aliyan bi navê PDK’ê Mesrur Barzanî û ji aliyê Bizotnewê jî Rêberê vê Bizotnewê Îrfan Mela Alî derket pêş ragehandinêra û pirsê wan bersivand.

Mela Alî li ser vê hevdîtinê ji rojnamevana re ragehand “ Mixabin berî niha êrişeke fikrî ya terorî li himber Bizotnewê hebû, ji ber ku beşdarî li civîna Parlamentoyê de nekiriye. Eger ew her sê alî(YNK,Goran û Komel) dawa lêborîne l ime neke em beşadarî civîna bê ya Parlamentoyê jî nakin.”

Mela Alî li ser raya aliyên got “ Ti aliyek ne li dijî wê yekêye ku Barzanî bimîne, ev pirsgirêk li ser çawaniya hilbijartina Serok û desthilatên Seroke.”

Serokê şanda PDK’ê Mesrur Barzanî eşkere kir ku “ Em wek partî dixwazin aliyêndin jî beşdariyê li civînê pênç alîde bikin. Em bawerin ku ev beşdarî wê di warê fikrîde civînan dewlemend bikin.”

Basnews
Top