Heyeta PDKê û PKRK civiyan
Heyeta partiya demokrata Kurdistanê serdana PKRKê kir.
Di çarçoveya serdanên xwe yên bo cem part û aliyên siyasî yên Kurdistanê de, duh heyeta partiya demokrata Kurdistanê bi Serokatiya Mesrûr Barzanî serdana partiya karker û rencderên Kurdistanê kir û ji aliyê Sekreterê PKRKê Bapîr Kamela û berpirsên din yên vê partiyê ve hate pêşwazîkirin.
Di civînê de hin mijarên siyasî yên di rojeva Kurdistanê de bi taybetî pirsa çawetiya hilbijartina Serokê Kurdistanê hate giftûgokirin.
Di civîna han de her du alî tekez liser vê yekê kirin ku lazime civîn û diyalog û danûstandinên navbera part û aliyên siyasî werin domandin û kêşeyên heyî jî bi diyalogê werin çareserkirin.
Piştî bi dawî hatina civînê jî her yek ji Mesrûr Barzanî û Belên Ebdulah di presskonferansekî de naveroka civînê bo raya giştî eşkere kirin.
Di presskonferansa han de Mesrûr Barzanî eşkere kir ku ew demêke Kurdistanê rastî şerê dijî terorîstên DIŞIê û herwiha qirîza abûrî hatiye û Kurdistan û hêzên pêşmerge karîn di şerê dijî terorê de destkeft û serkeftinên mezin bidest bixin.
Mesrûr Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de eşkere kir ku qirîza Serokatiya Kurdistanê qirîzeke ku hatiye çêkirin lê di demekî de ku Kurdistanê di nava şer û qirîza abûrî deye, dibûya part û aliyên siyasî yên Kurdistanê di şûna çê kirina qirîza han de, hewl bo vê yekê bidin ku çawe dikarin rewşa Kurdistan û jiyana xelkê Kurdistanê baştir bikin.
