• Thursday, 19 February 2026
logo

Welatekî din jî dest bi şerê DAÎŞ’ê kir

Gulan Media August 28, 2015 Nûçe
Welatekî din jî dest bi şerê DAÎŞ’ê kir
Li gor ew zanyariyên Ajansa Niştimaniya Lubnanê belav kiriye, duh(27.8.2015) topxaneyên Artêşa Lubnanê ji nav sînorên xwe li devera Belebeg ya Suriye ku dikeve ser sînorê Lubnanê DAÎŞ’ê topbaran kirin.

Vê ajansê diyar nekirye ka bê çend çekdarê DAÎŞ’ê hatine kuştin lê qala vê kiriye ku ziyaneke mezin gehandine terorîstan.

Çend hefteyek berî niha henek çekdarên DAÎŞ’ê xwestibûn bi nehênî herin nav axa Lubnanê lê Artêşa Lubnanê bi topan li wan dabû û nehiştibû derbasbin.

Li gor ajansa belav kiriye, DAÎŞ’ê îro li Bakurê Suriye nêzik sînorê Tirkiye 5 gund dagir kiriye.

Basnews
Top