Bîlançoya şerê duh li Kerkûkê
Hêzên Pêşmerge duh ji bo standina gundên girêdayî bajarokên Daqûq û Xurmatû û dûrkirina metirsiya DAIŞê ji ser Kerkûkê, dest bi operasyoneke berfireh li dijî DAIŞê kirin.
Rêveberê Polîsên Derdora Kerkûkê Emîd Serhed Qadir ji Rûdawê re ragihand: “Di operasyona îro de, ew 11 gund hatin rizgarkirin: Elbûnicim, Simaqa Biçûk, Simaqa Mezin, Elbuşihab, Zerge, Xeşmale, Mehafîf, Ebû Zerge, Tibcî Biçûk, Ilêwe Biçûk û Telbu Sel.”
Derbarê ziyanên Hêzên Pêşmerge jî, Emîd Serhed Qadir wiha got: “5 Pêşmerge şehîd bûn û 22 jî birîndar bûne, ku piraniya wan ji ber bombeyên vedayî bûn, ne ji ber guleyên DAIŞê bû.”
Herwiha derbarê ziyanên DAIŞê jî, Qadir wiha got: “Li sînorê Daquqê 4 terim li cihê şer mabûn.”
Lê li gorî Fermandarê Pêşmerge Ebdulah Bor, 18 çekdar DAIŞê di operasyonê de hatine kuştin û 6 jî birîndar bûne.
Ji aliyê din ve, duh çekdarên DAIŞê êrişî gundê Beşîr li wê deverê kirin û 5 çekdarên hêza Heşdul Şeibî ya şîeyan kuştin.
Herwiha balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî rasterast li asmanê wê deverê ne û piştevaniya Hêzên Pêşmerge dikin.
Alîkarê Serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl Elî ragihand, êdî metirsiya DAIŞê li ser Kerkûkê nemaye.
Li eniyên pêşî yên şer li başûrê Kerkûkê, Mistefa Seyid Qadir ji Rûdawê re ragihand: “Pilana me ser keft û ew gundên ku mebesta me bûn li başûrê Daqûq û Xurmatû ketin destê me de.”
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyamek pêşkêşî Hêzên Pêşmerge yên li Kerkûkê kir û tê de ji ber serkeftinên duh destxweşî li wan kir û sersaxî ji malbatên şehîdar re xwest.
Rudaw
