• Thursday, 19 February 2026
logo

HDPê bersiva KCKê da!

Gulan Media August 27, 2015 Nûçe
HDPê bersiva KCKê da!
Berdevkê HDPê Ayhan Bîlgen bersiva rexneyên KCKê yên li ser gotinên Hevserokê wê, Selahedîn Demîrtaş da.

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Ayhan Bîlgen bersiva endamê konseya rêveber a KCKê, Duran Kalkan da û got, HDP dizane çi barek li ser milê wê ye. Duran kalkan gotibû, HDPê çi bi serxistiye ku bangên agirbestê li PKKê bike.

Berdevkê HDPê Ayhan Bîlgen di daxuaniyeke rojnamevanî de diyar kir, HDP baş dizane çi barek rakiriye, li aliyekî hikûmet dixwaze wê bigre, li aliyekî xwîn dirije û pêwîste ev xwînrijandin were rawestandin û li aliyê din jî hilbijartin li ber derî ye. Girîng e ku HDP hêviyên civakê bi cih bîne.

Derbarê beşdarbûna HDPê di hikûmeta demkî ya hilbijartinê de, Bîlgen dibêje, ev ji bo wan ne mijareke bazarê ye, hemû perlementerên HDPê dikarin bibin wezîr di wê hikûmetê de.

Ayhan Bîlgen li ser beşdarnebûna CHPê û MHPê di hikûmetê de anî ziman ku, wisa diyare ku partiyên AKPê, CHP û MHP dê vê mijarê bikin mijara propagandeyên hilbijartinê, lê belê HDPê dê bi berpirsyarî li hember dengên dengderên xwe tev bigere û tevlî wê hikûmetê bibe.

Wek tê zanîn endamê konseya rêveber a KCKê Duran kalkan rexne li bangên wê dawiyê yên hevserokê HDPê Salahedîn Demîrtaş girtibû.

Demîrtaş bang li PKKê û Hikûmeta Tirkiyeyê kiribû, agirbestê rabigihînin û çekan bêdeng bikin.

Rudaw
Top