Fransa ji Kurdên Sûriyê re garantî xwast
Di çarçoveya civîna xwe ya li gel Balyozên Fransayê de ku li Parîsê civiyabûn, Serokê Fransayê François Hollande bal kişande ser rewşa Sûriyeyê û da xuyakirin, ku divê tevahiya aliyên girêdayî çareseriyê, di pêvajoya guhertin û veguhastina siyasî de beşdar bibin.
Hollande ev yek jî anî ziman ku bi mebesta guhertina siyasî divê danûstandin dest pê bikin, ew jî li gor 2 mercên sereke.
Hollande mercên bo asayîkirin û çareserkirina rewşa Sûriyeyê wiha anî ziman: "Ewa yekem dûrxistina Serokê Sûriyeyê Beşar Esed ji pêvajoyê ye û ya duyem jî pêşkêşkirina garantiyan ji Kurdan re ye."
Serokê Fransayê herwiha tekez kir, ku pêwîste di pêvajoyek wisa de garantî ji erebên sunnî re jî werin pêşkêşkirin.
Rudaw
