Alîkarê Barzanî: Metirsiya DAIŞê nema lê metirsiya malwêraniyê maye!
Hêzên Pêşmerge îro ji bo standina gundên girêdayî bajarokên Daqûq û Xurmatû, dest bi operasyoneke berfireh li dijî DAIŞê kirin.
Di wê operasyonê de Alîkarê Serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl Elî jî beşdar bûye û niha li eniya şer e.
Kosret Resûl Elî, ku di heman demê de alîkarê Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar e jî, ji Rûdawê re got, êdî metirsiya DAIŞê li ser Kerkûkê nemaye.
Elî li ser kirîza serokatiyê û lihevnekirina partiyên siyasî li ser wê mijarê jî axivî û got, lê metirsiya malwêraniya kurd hîn maye ji ber wê jî ez ji partiyên siyasî dixwazim mîna Pêşmerge bibin yek û aramiya Kurdistanê biparêzin.
Ji aliyekî din, civîna pêncemîn a partiyên şirîkên hikûmetê li ser kirîza serokatiyê bîstekê beriya niha li bajarê Hewlêrê dest pê kir.
Rudaw
