Tirkiye 10 hezar cerdevanên nû dadimezrîne
Cerdevanên Bakûrê Kurdistanê ligel Serokwezîrê Tirkiyê Davutoglu hevdîtinek encam dan, daxwaz kirin ku mûçeyên wan bêne zêde kirin. Herwiha Davutoğlu jî biryar da ku hejmara cerdevanan zêde bibe.
Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davuoglu doh ligel Komeleya Cerdevanên Anadol re hevdîtinek encam da. Ligor nûçeya malpera Yeni Şafak a Tirkî, di hevdîtinê de cerdevanan daxwazên xwe arastreyê Davutoglu kirin.
Li gor nûçeyê Serokê Komeleya Cerdevanan Ziya Sozen gotiye ku hejmara cerdevanan ji 63 hezaran daketiye 46 hezaran. Ji bo bikarin li hember PKK’ê tekoşînê bikin pêşniyar kirine ku 10 hezar cerdevanên nû bêne damezrandin û temenê wan jî di navbera 22-35 de be.
Nûçe dibêje Davutoglu jî ev pêşniyar qebûl kiriye û gotiye ku divê ev biryar zû bê pêkanîn.
Herwiha cerdewanan daxwaz kirine ku meaşê wan 500 tl jî bê zêdekirin. Sozen diyer dike ku wan xwestiye ku parêzgarî xerca çekên cerdevanan bide û herwiha li Enqerê jî ofîsek nûnertiya cerdevanan hebe.
Sozen dibêje di pevçûnên dawî yên li dijî gerîlayên PKK’ê de 13 cerdevan jî mirine.
Basnews
