• Thursday, 19 February 2026
logo

Beşar Esed: Tevahiya xeyalên Erdogan pûç bûn

Gulan Media August 26, 2015 Nûçe
Beşar Esed: Tevahiya xeyalên Erdogan pûç bûn
Serokê Sûriyê Beşar Esed, daxwaza Tirkiyê ji bo avakirina “herêma aram” li nav Sûriyê de wek “xeyala herî dawî” ya Erdogan û Davûtoglu bi nav kir û got, çimkî xeyalên wan yên berê hemû pûç bûn.

Beşar Esed, ji televîzyona Al Mandarê ya Hizbullaha Libnanê re axivî. Esed herî zêde behsa şerê DAIŞê û Tirkiyê kir û got, Tirkiye pişta terorîstên DAIŞê digire.

Esed li ser hewlên Tirkiyê yên ji bo avakirina “herêma aram” li nav Sûriyê jî got, avakirina herêma aram, xeyala herî dawî ya Erdogan û Davûtoglu ye çimkî tevahiya xeyalên wan ên berê pûç bûn.

Li ser îdiayên kêmbûna alîkariyên Îran û Rûsyayê ji bo Sûriyê jî Serokê Sûriyê got, Îran û Rûsya dostên xwe naterikînin û alîkariya wan mîna berê didome.

Li gorî Beşar Esed, nûnerê NY di karûbarên Sûriyê de Staffan de Mîstura ne bê alî ye.

Rudaw
Top