• Thursday, 19 February 2026
logo

Partiyên siyasî ji bo cara pêncemîn li ser kirîza serokatiyê dicivin

Gulan Media August 26, 2015 Nûçe
Partiyên siyasî ji bo cara pêncemîn li ser kirîza serokatiyê dicivin
Civîna partiyên siyasî yên şirîkên hikûmetê dê îro jî li ser kirîza serokatiyê ya Herêma Kurdistanê bicivin. Parlamenterekî YNKê jî dibêje, du nakokiyên kûr li ser çawaniya hilbijartina serok heye.

Li gorî agahiyên Rûdawê, nûner û rayedarên PDK, YNK, Tevgera Gorran, Komela Îslamî ya Kurdistanê û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê dê îro ji bo cara pêncemîn li ser kirîza serokatiyê bicivin.

Civîn dê li bajarê Hewlêrê were kirin û hinek pisporên hiqûqê jî beşdar bibin.

Parlamenterê YNKê Goran Azad li ser sedema lihevnekirina partiyên siyasî li ser mesela serokatiyê ji Rûdawê re axivî û got, du nakokiyên kûr li ser çawaniya hilbijartina serok heye; yek jê ew e ku bila serok ji aliyê gel ve were hilbijartin ya din jî ew e ku bila serok ji aliyê parlamentoyê ve were hilbijartin.

Goran Azad her wiha got, pêşniyarek din jî heye, li gorî wê pêşniyarê; eger serok nekarî dengên 2 pişk ji 3 pişkên endamên parlamentoyê bidest bîne bila ji aliyê gel ve were hilbijartin. Pêşniyara din jî dibêje, bila destpêkê ji aliyê gel ve were hilbijartin, eger dengên pêwîst bidest nexist wê demê bila ji aliyê parlamentoyê ve were hilbijartin.

Azad li ser kêmkirina desthilata Serokê Herêma Kurdistanê jî got, PDK dibêje bila Serok di heman demê de Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar jî be lê yên din vê yekê qebûl nakin.

Li gorî wî parlamenterî, di civîna îro de herî zêde dê li ser wan du mijaran were axaftin.

Rudaw
Top