Mesrûr Barzanî persenameyek pêşkêşî malbeta Ciwanroyî kir
Mesrûr Barzanî persenameyek pêşkêşî malbeta rehmetî Ferdûn Ciwanroyî kir.
Şêwermendê civata ewlekariya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî li ser pêgeha xwe ya taybet a li facebookê bi minasebeta wefat kirina Feredûn Ciwanroyî persenameyek pêşkêş kir ku ew jî tekesta vêye;
Bi xem û kovaneke zêde ve şeva 24ê Tebaxa 2015an birayê hêja û heval û Serkirde û Fermandarê qehreman û pêşmergeyê dilsozê Kurdistan û rêbaza pîroz ya Barzanî me ji dest da.
Bi vê minasebeta han perse û serxweşiyên xwe pêşkêşî Serok Barzanî, malbeta şehîdê serfiraz Feredûn Ciwanroyî, mekteba siyasî û civata Serkirdatiya PDKê û tevahiya heval û alîgirên partî û pêşmergeyên qehreman û tevahiya gelê Kurdistanê dikim.
Hêvî dikim tevahiya aliyan bi domandina rêbaza şehdî, xizmet û têkoşîn rihê şehîd Feredûn û tevahiya şehîdan şad bikin.
Daxwaz ji xwedê mezin dikim rihê şehdî bi ceneta xwe şad bike û ew jî xema dawî ya malbeta şehîd be û xwedê mezin sebûrî bide tevahiya aliyan.
Mesrûr Barzanî
