• Thursday, 19 February 2026
logo

Bi amade bûna Serok Barzanî termê rehmetî Ciwanroyî hate veşartin

Gulan Media August 25, 2015 Nûçe
Bi amade bûna Serok Barzanî termê rehmetî Ciwanroyî hate veşartin

Bi amade bûna Serok Barzanî termê rehmetî Feredûn Ciwanroyî hate veşartin.

Şeva derbasbûyî di dema veger ji eniyên şer, li ser rêya navbera Xebat û Hewlêrê karwana tirimbîlên endamê mekteb siyasiya partiya demokrata Kurdistanê û Fermandarê hêzên pêşmerge li mihwera Xazir Feredûn Ciwanroyî rastî bûyereke tirafîkê hatin û di encam de Ciwanroyî û keseke din canê xwe ji dest dan û sê kesên din jî birîndar bûn.

Duh danê sibê li bajarê Pîrmamê bi merasimeke fermî bi beşdariya Serok Barzanî û endamên Serkirdatiya PDKê û hijmareke zêde ji rayedarên siyasî û îdarî û girseyeke mezin termî rehmetî hate veşartin.

Ferdûn Ciwanroyî pêşmergeyê her du Şoreşên Eylûl û Gulanê bûye, di sala 1950 li bajarê Ciwanro ya li Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye û di sala 1967an de tikilî li gel Şoreşa Eylûlê daniye.
Top