• Thursday, 19 February 2026
logo

Birîtanya: Pêdivî ye Îran di şerê dijî terorê de hevkar be

Gulan Media August 25, 2015 Nûçe
Birîtanya: Pêdivî ye Îran di şerê dijî terorê de hevkar be
Wezîrê Derve yê Berîtanyayê Philip Hammond dibêje, pêwîste Îran di şerê li dijî terorê de hevkar be.

Wezîrê Derve yê Berîtanyayê Philip Hammond ku serdana Îranê kiriye, di presskonferanseke hevbeş a rojnamevaniyê ya li gel Wezîrê Derve yê Îranê Muhemed Cewad Zerîf de ragihand, ku lazime Îran di şerê dijî terorê de hevkariya civaka navdewletî bike.

Hammond derbarê nakokiyên navbera Îran û civaka cîhanî de jî diyar kir ku ev nakokiyên han tenê bi diyalog û danûstandinê têne çareserkirin.

Hammond di beşeke din a axaftinên xwe de anî ziman ku piştî vekirina Balyozxaneyan dê peywendiyên navbera Tehran û Londonê hîn bihêztir bibin.
Top