• Thursday, 19 February 2026
logo

Demîrtaş: PKK ji bo diyalogê amade ye

Gulan Media August 25, 2015 Nûçe
Demîrtaş: PKK ji bo diyalogê amade ye
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş ragihand, PKK ji bo muzakere û diyalogê amade ye.

Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş îro beriya ku tevlî civîna partiya xwe bibe, ji rojnamevanan re axivî û ragihand, Qendîl ji bo muzakere û diyalogê amade ye lê Serokomarê Tirkiyê guh nade vê yekê.

Selahedîn Demîrtaş diyar kir ku tenê HDPê aştiyê naxwaze tevahiya Tirkiyê aştiyê dixwaze û got, nabe em ji bo berjewendiyên xwe, bêdeng bimînin. Nabe em tenê ji bo ku HDP di bin benda hilbijartinan de bimîne, welêt ber bi felaketê ve bibin.

Demîrtaş da zanîn ku ew dê tevlî hikûmeta demkî bibin û got, nabe wezaret û namzedên wezîran bibin mijara gengeşiyê. Nîqaşên li ser navan rast nînin.

Hevserokê HDPê bang li Serokwezîr Davûtoglu jî kir ku divê nîvê kabîneya hikûmeta demkî jin bin çimkî jin, nîvê civakê pêk tînin.

Demîrtaş her wiha ragihand ku lîsteya namzedên wan ên hilbijartinê zêde nayê guhertin û got, çimkî hevalên me yên parlamenter derfeta wê nedîtin ku erkên xwe bicîh bînin.

Li Tirkiyê, ji ber ku hikûmeta hevpeymaniyê nehat avakirin, hikûmetek demkî dê heta hilbijartinan were avakirin. Di wê hikûmetê de partiyên ku derbasî parlamentoyê bûne dê li gorî rêjeya dengên xwe pişka xwe bistînin.

Rudaw
Top